Konseya Şoreşa Giştî Ya Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji firoka aîdê artêşa Sûriyê bombeyên warîlê ji herêma Bab Neyre re hatin avêtin ku ev der, di bin kontrola muxalîfan de ye. Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniyê, tîmên parastina sivîl li cihê bûyerê hewl didin da ku birîndar û miriyên di bin enqazê de biderînin. Ji xeynî vê hat ragihandin ku firokên artêşê hin herêmên din jî dane ber bombeyan.

Editör: Wan Haber