Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku HDP dê weke partî bikeve hilbijartinê wiha got: "Hewl didin mebînin beramberî hev û ji vê yekê re înat em ê bi hemû bindestan re bên cem hev û welat ji bo 'Jiyana Nû' amade bikin. Êdî dem dema guherînê ye. Dema dema HDP'ê ye û dewra ampulê xilas bikine."

Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê 1'emîn Kongreya Asayî li Salona Sporê ya Edîp Buran bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li dar xist. Di salonê de gelek pankart, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşengên nifşên 68'an hatin daliqandin. Ligel Demîrtaş parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, rêveberên komeleyên elewiyan û gelek kesên din tevlî kongreyê bûn. Piştî hilbijartina diwanê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Mêrsînê Muslum Tank û Parlamenterê Ertugrul Kurkçu axivîn.

'Waliyê Gurgumê kujeran diparêze' 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî axaftina xwe bi komkujiyên Gurgum û 19'ê kanûnê bîrxistin dest pê kir û wiha got: "Kesên komkujî pêk anîn xelas kirin lê yên komkujiyê lenet dikin ji aliyê Waliyê Gurgumê ve tên astengkirin. Lê li Gurgumê dengê xwe ji kesên ji bo komkujiya Gurgumê pîroz bikin û belavokan belav dikin dernaxin." Demîrtaş bang li Waliyê Gurgumê jî kir û got "Li şûna kesên komkujiyê şermezar bikin asteng bikî heywanên li nav xwe asteng bike." Demîrtaş anî ziman ku di komkujiya 19'ê Kanûnê de sedan mirov hatin qetilkirin û hemû kesên îfade dayîn du leşkerên jiyana xwe ji dest dan sûcdar kirin û dewletê hewlda xwe paqij derbixe.

'An dê demokrasî bê an jî dê ew qesir ji te re teng bê'

Demîrtaş diyar kir ku dewlet tu caran nebû dewleta gel û kesên dewlet rexne kirin jî hatin qetilkirin û wiha axivî: "Yên çêdikin em in yên tên qetilkirin jî em in. Di vî karî de şaştiye heye. Li Amed, Gever û Geziyê û gelek cihên din em hatin qetilkirn." Demîrtaş da zanîn ku qesra serokomar bi pereyê gel û baceyên gel hate çêkirin û wiha pê de çû: "An dê ji vî welatî re azadî û demokrasî bê an jî dê ev qesr ji te re teng bê."

Demîrtaş balkişand ser hilbijartinên giştî yên nêz dibin û wiha pê de çû: "HDP ji serokwezîr tiştekî naxwaze, HDP serokwezîriyê dixwaze. Em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev dewlet nabe dewleta komekê dê bibe ya gel." Demîrtaş di axaftina xwe de balkişand ser operasyona cemaatê jî.

'Dem dema Jiyana Nû ye' 

Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ditirsin. Ji ber ku dê li vî welatî demokrasî pêk bê ditirsin. Hewl didin me li dijî hev bînin û ji vê yekê re înat em ê bi hemû bindestan re bên cem hev û welat ji bo 'Jiyana Nû' amade bikin. Êdî dem dema guherînê ye. Dema dema HDP'ê ye û dewra ampulê xilas bik e."

'Li Kobanê du rêxistin tune ne du nêrîn hene'

Demîrtaş destnîşan kir ku hovîtiya DAIŞ'ê jî mirovahiyê jî nakuje li Kobanê derket holê û wiha axaftina xwe domand: "Li Kobanê du rêxistinên şer dikin tuneye du nêrîş û du xet hene. Li aliyeke nêrîneke hov ya gelan qetil dike û li aliyê din nêrîna mirovahiyê diparêze heye. Waliyê Rihayê înşata konbajarê dixwastin ava bikin qedex kir. Hûn dixwazin ev kî ne. Kesên di qesrên qaçax de rûdinin. Li vir du xet hene yek nûnertiya hovîtiyê ya Tirkiyeyê dikin û ya din jî berseva lehengên HDP'ê ye."

Ji hevserokatiya Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê re Salman Gunbat û Dîdar Gul hate hilbijartin.

Editör: Wan Haber