Hebûna min qedexe ye... Ez zarokek bênav im...

Bi dehan sal in gelê Kurd gelek cefa kişandin. Ji bo azadiyê beziyan, ji bo hebûna xwe qeliyan, ji bo zimanê xwe qêriyan...

Di van demên dawîn de nexasim jî piştî “Pakêta Demokrasiyê” ya hikûmetê, rojeva mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî, car din di qada siyasî û civakî de geş bû. Helbet gelê Kurd xwedî cerebe ye û hêviya xwe ji sedî sed bi serweran girênade. Zimanekî qedîm ê rehên xwe berî nav jiyanê dabe, bedêlên li ser hatine dayîn, li cîhanê belav bûbin, digel qedexe, pêkutî û polîtîkayên pişaftinê reseniya xwe parastibe, piştî ewqas sal û têkoşîn, tenê azadkirina du-sê tîpan heq nake.

Yên dibêjin; “Mafê perwerdehiyê bê dayîn jî behreya Kurdan a dersdayînê û amadekariyên wan kêm in!” Gelo sedsalên berê, bi behreya kêm ewqas feylezof ji Kurdan afirandine? Hemû dagirker bi behre û dewlemendiya gelê Kurd dizanin. Dilê nêçîrvên her tim bi nêçîra mezin ve ye û du rê li pêşiya wî hene; An nêçîr e, an nîçîrvan e. Dema nêçîr giranbuha be, dilê nêçîrvên ji bêaqiliyê mezin dibe.

Gelê Kurd bi her aliyê xwe, ji bo dagirkeran nêçîreke mezin e. Ev gel, bi dîroka xwe, bi zimanê xwe, bi çand û hunera xwe ji destpêkê ta niha tê talankirin. Mixabin talankirin jî dilê talankeran rehet nake. Lewra gelê Kurd hişyar e. Û hişyarî neyarê talankeran e. Bi sedan sal in, lîstik heman lîstik e. Tenê dika lîstikê û lîstikvan guherîne. Ji ber vê jî êdî hişyarî û pêzanîn têr nake. Wekî pêşiyên me jî gotine; Yekîtî, yekîtî, yekîtî...

Qesta yekîtiyê ji bo sedsala dawîn hîn bêhtir watedar e. Lewra a niha bi rastî jî kurmê darê ji darê ye û dar li ber rizandinê ye...

Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayîkê, daxwaza sereke ya Kurdan e. Ev, mafê wan ê herî rewa ye. Û bê şik û guman, hemû destkeftiyên Kurdan jî encamên berxwedanê ne. Ji destpêkê ta niha, gel peywira xwe bi cih tîne û wê ta dawî jî bi cih bîne. Heger êşa Rojava li Bakûr, Başûr û Rojhilat jan bide, hêvî û bendewariyên yekîtiyê jî ne di asta jêr de ne. Pêşeroj û hêviyên Kurdan ne tiştên ji rêzê ne lewra di pakêtekê de nikarin bên asêkirin. Jixwe kesî jî hêviyeke xurt pê ve girê nedaye. Li vê derê ya girîng ev e; Mijar siyaset be, bar; barê ser milên siyasetmedarên Kurdan e. Mijar ziman be, bar; barê ser milên sazî û dezgehên Kurdan e.

Dema wekîla/ê me derkeve û mafên me bi zimanê serdestan bixwaze, bi pergalê de rexneyan bibarîne û digel van rexneyan xwe berî nav jiyana kapîtalîzmê bide, jixwe jî wê azadiya me di nav pakêtan de berhewa bibe. Dema sazî û dezgehên me serî li ser pêşeroja xwe neêşînin, bi çend daxuyaniyan sînorkirî bimînin, piştî daxuyaniyan di dibistanên pergalê de zarokên gelê xwe bipişêvin, jixwe jî wê behre û kêmasiya materyalan bibin mijara rexneyan û wê bi azadkirina du-sê tîpan sînorkirî bimîne. Kul û birîn gelek in lê êşa mezin jî bêbersivmayîna li hemberî van kêmasiyan e.  

Rastî e; Ev rastî ye;

Ji bo hebûna Kurdan; xwînê laş birin. Ji kerema xwe, hûn jî ji bo navlêkirinê têbikoşin... -