Mexdûrên erdheja Erdîşê ku xaniyên wan hilweşiyan li ber dîwara man. Welatiyên ku rayedarên AFAD û TOKÎ ji bo kîrê xanî bi qurhayê li wan belav kir, bertekên xwe anîn ziman. Rayedaran anîn ziman ku kurayê de lîstik hatiye kirin û ger ku mexdûriyeta wan berdewam bike îro alavên xwe dê sibê xwe bişewitînin.

Li Wan û navçeya Erdîşa Wanê di 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an de 2 erdhejên mezin pêk hatibûn û di erdhejan de 644 mirovan jiyana xwe ji dest dabûn û 28 hezar xanî hilweşiyabûn. Piştî erdhejê 2 sal şûn de rayedarên AFAD'ê xaniyên TOKÎ ava kirin. Piştî xaniyên tokî hatin avakirin hêdî hêdî skandal derdikevin holê. Li navçeya Erdîşa Wanê hefteya borî ji bo kîravanên xaniyên TOKÎ qurha hatibû kişandin. Hat zanîn ku di kişandina qurhayê de nelirêtî pêk hatiye. Şevê din mexdûrê erdhejî li bajarê konteynirê çalakî pêk anîn li hemberî nelirêtiyê mal û alavên xwe dan ber agir. Welatiyên li taxa Alkanatê di bajarê konteyneran de dijîn, alavên xwe yên konteyniran dan ber agir û heta serê sibê çalakiya xwe berdewam kirin. Mexdûrên erdejê bertekên xwe wiha anîn ziman: "Me îro alav û amûrên xwe şewitandin. Lê niha ger ku wisa berdewam bike em dê xwe bişewitînin. Wê demê dê Serokwezîr vê rastiyê bibîne." 


Şevê din di çalakiyê de nûçegîhanê DHA'yê Kenan Aşçioglu bi sedema li aliyê parlamenterê AKP'ê yê Wanê Fatih Çiftçî cih digire rastî lêdanê hat. Mexdûrê erdhejê diyar kirin ku ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin û heta daxwazên wan neyên bersivandin û rayedar sozê nedin wan dê çalakiya xwe berdewam bikin. Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku di kişandina qurayê de nelirêti heye û li gorî berjewendiyên AKP'e kurha tên kişandin.

Editör: Wan Haber