Di nav gengeşiya siyaseta navxweyî û siyasetên derveyî de gengeşiyeke mezin li dora Kurdan rû dide. Di vê cihana ku hemû gel ji bo berjewendiyên neteweyên xwe têdikoşin de; gele Kurd li hember lîstikên li hember wan tên kirin, têdikoşin.  Ji ber vê yeke jî salên dûr û dirêj her ji bo hebûna xwe li ber xwe dane û li ber xwe didin.  Ji ber ku hemû cîhan hay ji dewlemendî û qedîmiya vî gelê pîroz heye, ji bo talankirina çand, huner û nirxên neteweyî bikin xwemal, wekî gurên devbixwîn di kemînê de ne. 
 
Gelê Kurd hay ji dewlemendiya nirxên xwe heye; Welew ku nifş bi nifş wekî mîrateya herî pîroz parastiye û heta roja îroyîn bi hebûna xwe çesipandiye. Di bin van şert û mercên giran ên domdirêj de kêm- zêde her gel nikaribûye li ber xwe bide. Lewra Kurd beriya her tiştî sembola berxwedanê ne. Berxwedana bênavber  a hebûn û tunebûnê bi rê ve biriye. Li ser hebûn û tunebûna nirxên xwe, mertalên giyanî afirandine, ji bo axa welatê pîroz hişk nebe, bi xwîna xwe av daye. 
 
Girîngiya Kurd û Kurdbûnê li ser van bingehên jiyanê xwe diyar dike. Lewra ya esas ne sîwana Kurdîtiyê ye. Kurd tiştekî ye, Kurdbûn tiştekî ye. Divê ferqa navbera herdu têgihan mirov bi xwe bihizire û bi bersiva vê pirse re xwe nas bike. 
 
Heger!
 
Ez Kurd bim û nikaribim mêjiyê xwe li ser Kurdbûnê bi kar bînim, wê deme mêjiyê min firotiyê dijberên Kurdîtiya min e. Divê ez ji xwe bipirsin; “Çima welatê min bûye çar parçe?” Divê ez ji xwe bipirsin; “Piştî welatê min bû çar parçe, çima gele min bû parçe parçe?”
 
Pêşkêtin û hebûna gele Kurd, ne bi saya Kurdan, bi saya Kurdbûnê  xwe parasiye. Lewra Kurd; dijminê qewimê xwe ye. Kurdbûn parêzvaniya nirxên xwe ye.
 
Mînaka herî ber bi çav jî rewşa Bakûrê Kurdistanê ye. Serweriya ku niha serdestiya Kurdên Bakûr dike, sed mixabin bi saya mêjiyên Kurdan dimeşe. Bi mêjiyên xwefiroş ên dijminên xwe dimeşe.  Ji ber ku êdî dijmin bi xwe wan mêjiyan bi rê ve dibe, ji bo bêmêjiyan jî tene hebandina rêvebirên xwe dimîne. Ji ber vê ye ku bêrên wan di desten wan de ne û kêlî bi kêlî gora qewimê xwe dikolin. Her yek ji wan kirasekî li ber xwe kiriye; hin ji wan kirasên wezîriyê, hin ji wan kirasên rêveberiyê… Di encamê de kirasên bêxîretiyê…
 
Ji ber vê yekê: Kurdbûn, barekî giran e, Kurdbûn, berxwedana li hember serdestiyê ye; li gel vê jî berxwedana li hember Kurdan e. Lewra pêşiyên me belaqeh negotiye; “Kurmê darê ne ji darê be, dar narize…”