AK Parti Van Milletvekili Burhan Kayatürk’ün de aralarında bulunduğu 6 kişilik heyetin Güney Afrika Cumhurbaşkanı Nelson Mandela’yı ziyaret haberi daha önce ulusal basında geniş yankı bulurken,  haber bu kez yabancı basının gündemine de konu oldu.  Kuzey Irak’ta çok dilde  yayın yapan  ve dünyanın Irak’taki gelişmeleri takip ettiği Rudaw gazetesi,  Mandela ile yapılacak buluşmayı gündemine taşıyarak konuyu ayrıntılarıyla değerlendi. Gazetenin yazarlarından Mihemed T. Orhan’nın yaptığı haber, Kürtçe dilde şu şekilde yayınlandı.

Hewlêr (Rûdaw) – Şandek 6 kesî bi pêşengtiya AKPê ji bo sûd ji ezmûnên Nelson Mandela werbigrin, wê serdana Komara Afrîka Başûr bikin. Parlamenterê AKPê yê Wanê û endamê şandê Burhan Kayaturk ji Rûdawê re diyar kir ku wê 1ê Gulanê biçin û dixwazin sûd ji ezmûnên wan wergirin.

Li Tirkiyê di navbera rêberê PKKê Abdullah Ocalan û dewleta Tirkiyê de pêvajoyekî aştiyê hatiye dest pê kirin. Ji bo çareseriya pirsa kurd ji aliyê AKPê ve Komîsyona Mirovên Aqilmend hat damezirandin. Ev komîsyon wê li 7 herêmên Tirkiyê lêkolînan bikin û di nava du mehan de raporên xwe amade bikin. Ji bo pêvajo pêşdetir biçe, şandeke parlamenenterên AKPê û nivîskar serdana Afrîka Başûr dikin.

Em dixwazin bizanin pêvajo çawa pêşket û şiddet çawa dan aliyekê

Derbarê serdana parlamenterên AKPê ya ji bo Afrîka Başûr, parlamenterê AKPê yê Wanê û endamê şandê Burhan Kayaturk ji Rûdawê re axivî. Kayaturk ji Rûdawê re diyar kir ku berî du heftiyan ji vê serdanê hatiye agehdarkirin û wiha got: “Em dixwazin bizanin pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Afrîkayê çawa dest pê kir. Emê li ser vê yekê lêkolînan bikin. Emê temaşeyî ezmûnên wan bikin.”

 Burhan Kayaturk di heman demê de endamê meclisa konseya Ewrûpa û Tirkiyê ye û di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Em ne tenê ligel Mandela, di heman demê de em ligel kesên di wê pêvajoyê de cih girtine re axivîn. Me daxwaz ji Mandela kiriye û înşallah ti pirsgirêkên wî yên tendirûstiyê çênabin û emê ligel wî baxivin. Ji hevdîtina ligel Mandela zêdetir, em dixwazin bizanin pêvajo çawa pêşket û şiddet çawa dan aliyekê. Herwiha aştî û aramî çawa çêbû.”

 Di nava şanda AKPê de parlamenterê AKPê yê Wanê Burhan Kayaturk, parlamenterê Îzmîrê Mehmet Tekelioglu û parlamentera Sêwasê Mesûde Nursuna Memecan cih digrin. Herwiha di nava şandê de rojnamevan û nivîskarên Tirkiyê yên navdar, Hesan Cemal, Alî Bayramoglu û Cengîz Çandar jî hene.

Li ser dema serdanê jî Burhan Kayaturk wiha got: “Emê 1ê Gulanê biçin Komara Başurê Afrîka.”

Lîderê reşik ê Komara Afrîka Başûr li dijî cûdahiya netewî tekoşîn meşandiye û piştî 27 salan di girtîgehê de dimîne, dibe serokomarê Afrîka Başûr.

Editör: Wan Haber