Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji bi sed hezaran beşdarên pîrozbahiya Amedê re axivî û Newroza gel pîroz kir. Baydemîr destnîşan kir ku pîrozkirina Newrozê bi saya şehîdan e.

Pîrozbahiyên li qada Newrozê ya Amedê, ji danê sibê ve dewam dike. Hejmara mirovên li qada Newrozê kom bûn mîlyonek û nîv derbas kiriye û herikîna ber bi qadê ve hînê dewam dike.

Axaftina destpêkê ya pîrozbahiyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û namzetê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr kir. Baydemîr diyar kir ku ewê piştî deh rojan wezîfeya xwe radestî Firat Anli û Gultan Kişanak bike.

Baydemîr diyar kir ku wî 10 salan xizmetî Amedê kiriye û ji gelê Amedê xwest, heqê xwe lê helal bike. Baydemîr di axaftina xwe ya bi Kurdî û Tirkî de got, "Têkoşîna me ji Şêx Seîdan û vir ve têkoşîneke Brahîmî ye. Têkoşîna me li dijî Nemrûdan e. Cenaze nayên Amed, Stenbol, Colemêrgê. Şukir hêstrên dayikan nabarin. Emê ti carî ji demokrasiyê tawîz nedin û rê nedin pevçûna xwişk û birayan. Emê destûrê nedin ku bihara me bikin zivistan. Emê xwedî li jiyana aştiyane ya bi rûmet derkevin. Emê di 31'ê Adarê de li Rihayê Newroza duyemîn pîroz bikin. Rêya me ronî ye. Gelê me yê Amedê heqê xwe helal bike. Li pêşberî we hemûyan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim."

Baydemîr got, "Şukir ji Xwedayê min re ku îro tifaqa Kurdan, tifaqa mazlûman xurt bûye" û destnîşan kir ku pîrozbahiya Newrozê bi saya şehîdên heta roja îro hatine dayîn e. Fıratnews

Editör: Wan Haber