Li gorî daxûyaniya ku ji Wezereta Darayî hate kirin, alîkariya hilbijartinê, duh ji aliye Wezîrê Darayî Mehmet Şimşek ve hat pejirandin.

Li gorî qanûna partiyên siyasî, 3 partiyên ku alîkariya dewletê qezenç kirine, ji ber ku sala 2014 sala hilbijartinên herêmî ye, nêzî 2 qet wê alîkariya xezîneyê bê kirin.di vê çarçoveyê de, partiyên ku wê alîkariya xezîneyê bistînin bi giştî 315,7 mîlyon lire alîkariya xezîneyê dê bistînin.

Ji vê pereyê 177 mîlyon 130 hezar lîreyê wê ji AK Partiyê re, 92 mîlyon 343 hezar lire ji CHP re û 46 mîlyon 233 hezar 934 lîre jî ji MHP re dê bê dayîn.

ALÎKARÎ LI GORÎ ÇI TÊ KIRIN?
Li gorî qanûna Partiyên Siyasî, ji partiyên ku ketin hilbijartinên giştî ya parlementerî ya dawî û bi ser bendava giştî ketine  re, her sal ji xezîneyê ji hatiniyên bütçeye yên ji wê salê bi giştiya “(B) qalemê”  di rêjeya 5 hezaran 2 de alîkariya pere tê kirin.  TRT XEBER

Editör: Wan Haber